Erdelan Hewramî: Erdogan û xewnên Ozmanîzimê

Erdoganê ku di sala 2014an de bi derketina koma çeteyan ya DIŞIê xewin û xelayên zindî kirina împeratoriyeta Osmanî û xelîfetiya xwe bo xwe danî bû, di wan demên dawî de li Rojhilata Navîn û li ser asta cîhanî rastî şikestên gelek mezin hatiye.

- Reklam -

Erdogan her çend li ber çavên raya giştî ya Tirkiyeyê xwe weke qehreman dide zanîn û xwe weke Siltan Selîm binav dike, di wan rojên dawî de gelek tengav bûye û neçar maye ku di gelek waran de tewîzan bide û dev ji xewin û xelayên xwe berde.

Ji bilî qirîza kûr ya abûrî yaku li Tirkiyeyê heye û rewşa jiyana xelkê xistiye metirsiyê, çend qirîzên din yên mezin jî jiber siyasetên şaş û militarist û neteweperest yên erdoganê rastî Tirkiyeyê hatine. Di rewşa niha ya Tirkiyeyê de ne Erdogan û ne hevparê wî Baxçelî nikarin bi ti awayî wan qirîzan çareser bikin lewre neçarin gavan paşve bavêjin.

Li Lîbya, Sûriye, herêma Kurdistanê û behra Spî jî jiber şaştî û siyasetên neteweperest yên Erdoganê Tirkiye rastî kêşe û aloziyên gelek mezin hatiye û di encama wan qirîzan ku mirov dikare wan weke qirîzên siyasî û dîplomatîkî bilêv bike û herwiha di encama qirîza darayî û nakokiyên civakî yên ku ji aliyê AKP û MHPê ve di nava civaka Tirkiyeyê de hatine çêkirin, Tirkiye ketiye nava dola herifînê, lewre Erdogan û Baxçelî bo paş xistina herefîna Tirkiyeyê neçar bûne ku siyasetên xwe yên neteweperestî û xewnên xwe bikin weke berejwendiyên nîştimanî û li ser esasê wan zextan li pêkhateyên Tirkiyeyê bi taybetî Kurd, Elewî û aliyên opozîsyonê dixwazên xwe weke dilsozên Tirkiyeyê bidin nîşandan daku dema desthilata xwe dirêjtir bikin.

1- Lîbya: Erdoganê ku li Lîbyayê piştîvaniya hikûmeta Exwan Muslimîn ya Feyaz Serac dike, rastî aloziyên mezin û şikestên hebas nekirî hatiye.
Yek: Gendelî û dizî ya ku di nav hikûmeta Feyaz Serac de heye, bûye sedem ku xelkê deverên bin destê Feyaz Serac de li dijî hikûmetê rabe ser piyan û di dawî de jî hevalbendê Erdogan Feyaz Serac neçar maye ku dev ji postê Serokatiyê berde.

Du: Çete û terorîstû cîhadiyên ku Erdogan ew şandibûn Lîbyayê, daku bi rêya wan bikaribe derfetek bo xelîfe bûna xwe çê bike, weke pêwîst nikarin ketîf bin. Erdogan soza mehan 2 hezar dolar mûçe û herwiha dana nasnameya Tirkî bi wan çete, cîhadî û terorîstan dabû, lê jiber qirîza darayî ya Tirkiyeyê Erdogan mûçeyên wan kêm kiriye lewre beşek ji wan çete, cîhadî û terorîstan niha li dijî Tirkiyeyê hevkariya hêzên Xelîfe Xefter dikin.

Sê: Rûsye û Amerîka bi awayeke nihênî li dijî hikûmeta exwan muslêmîn ya Feyaz Serac piştîvaniya Xelîfe Xefter dikin û xelîfe Xefter jî bo bihêztir kirina pêgeha xwe bilokaja ser firotina petrola Lîbyayê hilweşand û ew yek jî derbeke gelek mezine ku li Erdogan û Feyaz Seracê hevalbendê wî ketiye.

2-Behra Spî: Erdoganê ku heta duhê êwarê gef li Yûnan, Başûrê Qurbris û welatên din yên li deverê dikir, ew du roje poşman bûye û gav paşde davêje.

Yek: li Behra Spî gefên Yekîtiya Ewrûpayê bo danîna dorpêçan li ser Tirkiyeyê Erdogan tirsandin û Erdogan di civîna xwe ya duhê de li gel Merkel û Serokê Konseya Ewrûpayê ragihandiye ku Tirkiye amadeye kar û çalakiyên xwe li Behra Spî rawestîne.

Du: Keştiya Oruç Reîs ya Tirkî yaku bi fermana Erdoganê çûbû peravên Yûnanê, vegeriya bendera Antalya, lê jiber rexneyên opozîsyona Tirkiyeyê duhê dîsa ew keştî bo behra spî hat şandin lê ti karek nake jiber ku eger ti liv û tevgerek bike wê rastî cezayan were.

Sê: Eniya şeş alî ya li dijî Tirkiyeyê ya li behra spî duhê li dijî pilan û xeyalên Erdoganê platformeke nû ava kirin û rêkeftineke girîng jî îmze kirin.
Çar: Tirkiye li behra Spî rastî rewşek hatiye ku ne weke ew rewşeye ku çapemeniya ser bi hikûmetê behsa vê dike, Tirkiye bi tenê maye, welatên behra Spî û Yekîtiya Ewrûpayê jî li ser ceza kirina Tirkiyeyê biîsrar û cidîne.

3-Misir û Îsraîl: Beriya çend rojan rayedarê AKPê Yasîn Aktay û Peyvdarê Serokkomariya Tirkiyeyê behsa hebûna diyalogê di navbera Tirkiye, Misir û Îsraîlê de bo normal kirina têkiliyan heye, lê Misir û Îsraîl ew yek red nekirin û gotin ku diyaloga han û normal kirina têkiliyan mercên xwe hene û lazime Tirkiye dev ji siyasetên xwe yên dagîrkerî li deverê de berde.

4-Sûriye: Erdoganê ku dixwest bi rêya DIŞIê û komên din yên çete weke Nusre û Qaîde xelafeta xwe li Sûriyeyê ava bike, niha ketiye nava rewşekê ku neçare bi bêdengî hêzên xwe ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vekêşe.

Yek: Li Sûriyeyê Tirkiye gelek hewl da daku yekîtiya Kurdan çê nebe, lê ENKS û TEVDEM gehêştine rêkeftineke girîng û di wan rojan de ava kirina konseya hevbeş ya Kurdî radihgehînin.
Du: Nûnerê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyeyê James Jeffrey di dema serdana xwe de bo Rojavayê Kurdistanê gerentî daye aliyên Kurdî ku Tirkiye ji niha û pêde nikare operasiyonan bike û asmana deverê ji aliyê balefirên Amerîkî ve tê parastin.

Sê: Li Îdlibê komên çete yên hevparên Tirkiyeyê ji aliyê Rûsye û Sûriyeyê ve têne armanckirin lê Tirkiye ku soza parastina wan dabû, nikare li hember Rûsye û Sûriyeyê tiştek bike, li ber çavên Tirkiye û artêşa Tirkiyeyê komên çete yên ser bi Tirkiyeyê li Îdlibê tên kuştin, Tirkiye di şûna ku berevaniya wan bike, bi dizî ve hêzên xwe ji Îdlibê vedikêşe. Herwiha komên çete yên xwe ber bi welatên Azerbayican û Lîbyayê ve dişîne.

5- Îraq: Erdogan dixwest bi operasiyona li Heftenînê û kuştina xelkê medenî li deverê de, Îraq û herêma Kurdistanê bike hevpeyman û hevparê xwe û bihev re şerê dijî PKKê bikin û pişt re jî li ser sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê herêmek dagîr bike û bike herêma tampon û pişt re jî bo xendiqandina Başûr û Rojavayê Kurdistanê deriyên navbera her du aliyan daxe û deriyeke din ya sînorî ya bi navê Ovakoy di navbera Tirkiye û Îraqê de veke, lê ew pilana han jî ser negirt.

Jiber ku li Heftenînê tişta ku Erdogan dixwest nehate cîh û ji aliyeke din ve jî hikûmeta herêma Kurdistanê li dijî operasiyoneke muhtemel ya dijî Şingal û dagîr kirina sînorên navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê tedbîrên pêwîst stend û hêz li wan deveran bicîh kir û bi wê awayî ew pilana han ya Erdogan jî hate pûçkirin.

 

- Reklam -
gumgumok.com

gündem

Cruise pedalsız ve direksiyonsuz araç üretimine hazırlanıyor

Amerikan sürücüsüz araç üreticisi Cruise, en büyük hissedarı General Motors ile birlikte yıl başında tanıttığı yeni Origin serisinden sınırlı...

FBI: İran ve Rusya ABD’li seçmen bilgilerini elde etti

ABD istihbarat yetkilileri, 3 Kasım'da yapılacak başkanlık seçimleri öncesi İran ve Rusya'nın bazı ABD'li seçmenlerin iletişim bilgilerini elde ettiklerini...

Irak’ta 17 yaşındaki protestocunun katillerine idam cezası

Irak’ın başkenti Bağdat'ta geçtiğimiz yılın sonlarında hükümet karşıtı protestolarda 17 yaşındaki çocuğu öldürerek cesedini elektrik direğine asan şahıslar idam cezasına çarpıtıldı.Irak'ın başkenti...

Irak: Şii milislerin kaçırdığı 4 kişinin daha cesedine ulaşıldı

Irak’ın Selahaddin vilayetinin Beled ilçesinin Ferhatiye nahiyesinde kaçırılan 12 kişiden 4’ünün de öldürüldüğü belirtildi.Geçtiğimiz Cumartesi günü, İran yanlısı Şii milisler, Beled ilçesine bağlı...

Cruise pedalsız ve direksiyonsuz araç üretimine hazırlanıyor

Amerikan sürücüsüz araç üreticisi Cruise, en büyük hissedarı General Motors ile birlikte yıl başında tanıttığı yeni Origin serisinden sınırlı sayıda aracı pedalsız ve direksiyonsuz...

FBI: İran ve Rusya ABD’li seçmen bilgilerini elde etti

ABD istihbarat yetkilileri, 3 Kasım'da yapılacak başkanlık seçimleri öncesi İran ve Rusya'nın bazı ABD'li seçmenlerin iletişim bilgilerini elde ettiklerini açıkladı.Yetkililer İran'ı Demokrat Partili seçmenlere...

Irak’ta 17 yaşındaki protestocunun katillerine idam cezası

Irak’ın başkenti Bağdat'ta geçtiğimiz yılın sonlarında hükümet karşıtı protestolarda 17 yaşındaki çocuğu öldürerek cesedini elektrik direğine asan şahıslar idam cezasına çarpıtıldı.Irak'ın başkenti Bağdat’ta geçtiğimiz yılın Kasım ayında...

HDP’li 11 milletvekilinin dokunulmazlığının kaldırılmasına ilişkin tezkereler Meclis’e sunuldu

HDP’li 11 milletvekilinin adının bulunduğu “Yasama Dokunulmazlığının Kaldırılması Hakkında Cumhurbaşkanlığı Tezkereleri”, TBMM Başkanlığı’na sunuldu.Hakkında dokunulmazlığınının kaldırılmasına ilişkin tezkere hazırlanan milletvekilleri şöyle:HDP Diyarbakır Milletvekilleri Dersim...

ilgili olabilecek haberler